Lubnan: Zêdetirî milyonek kes ji ber êrîşên Îsraîlê koçber bûn
Rayedarên Lubnanî ragihandin ku ji ber pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de ku du hefte berê dest pê kirin zêdetirî milyonek kes koçber bûne.
Rayedarên Lubnanî ragihandin ku ji ber pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de ku du hefte berê dest pê kirin zêdetirî milyonek kes koçber bûne.
Rayedarên Lubnanî ragihandin ku ji ber pevçûnên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de ku du hefte berê dest pê kirin zêdetirî milyonek kes li Lubnanê koçber bûne.
Li gorî daxuyaniyê, hejmara kesên ku wekî koçber hatine tomarkirin gihîştiye 1,049,328 kesî. Hat ragihandin ku 132,742 kes li 600 stargehên komî yên li seranserê welêt hatine avakirin dimînin.
Ev geşedan piştî ku artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li başûrê Lubnanê li dijî Hizbullahê "operasyonên bejayî yên sînorkirî" dest pê kirine, pêk hatin. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku berî ku leşkerên bejayî bikevin herêmê, wan “ji bo gefan kêm bikin gelek armancan hedef girtine” êrîş pêk anîne.
Li gorî rayedaran, ji destpêka pevçûnan ve li Lubnanê nêzîkî 850 kes jiyana xwe ji dest dane. Ji van kesan heft jê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya îro pêk hat de jiyana xwe ji dest dan.